Dema mirov bixwaze û xîret bike tu tişt nikare xwe li ber insanan bigre. İslam Turan û Rıdvan Çiftçi jî ji wan mirovên serkeftî du kes in. Her du ciwanên ku guleşê dikin bi ked û xîreta xwe pêşî bi ser ketin, dûv re jî ketin Tîma Neteweyî ya Tirkiyê. Hin kes dema rastî astengiyekê tên di cî de dev jê berdidin û têk diçin.
Lê belê hin kes jî hene tu zor û zehmetî xwe li ber wan nagre.
Îslam Turan û Rıdvan Çiftçiyê sporvan jî ji wan du heb in.
Herdu sporvanên ciwan ku li Rihayê dijîn ji bo pêşbirkên guleşê hewl û xîreteke mezin dan.
Îslamê 15 salî di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê de bû 7emîn.
Ridvanê 13 salî jî di pêşbirkên Tirkiyê de kete pêşiya 77 sporvanan û bû yekemîn.
Her du ciwan piştî van serkeftinên xwe ketin Tîma Neteweyî ya Tirkiyê.
Niha jî dixwazin bibin şampiyonê cihanê.