Serkeftina mezin a sporvanên Mêrdînê

13 sporvan di hilbijartinên Şampiyoniya Wushu Kung Fuyê de bi ser ketin û ketin Tîma Neteweyî…

Serkeftina mezin a sporvanên Mêrdînê

Li Kemera Antalyayê di kategoriyên cuda de hilbijartinên tîma neteweyî hatin kirin. Di hilbijartinan de sporvanên Mêrdînî serkeftinên mezin bi dest xistin. Bi xêra serkeftinan 13 sporvanên Mêrdînî ketin tîma neteweyî.

Li Kemera Antalyayê ji bo şampiyoniyên navneteweyî pêşbaziya hilbijartina sporvanan hat kirin.

Sporvanên Mêrdînî di hilbijartinên Wushu Kung Fuyê de serkeftinên mezin bi dest xistin.

Di hilbijartinê de 3 sporvanên Mêrdînî di kategiriyên cuda de bûn yekemîn, 2 bûn duyemîn, 8 jî bûn sêyemîn.

Bi vî awayî wê 13 sporvanên Mêrdînî di pêşbirkên navneteweyî de bi Tîma Neteweyî re Tirkiyê temsîl bikin.

Sporvanên serkeftî niha dixwazin di pêşbirkên mezin de serkeftinên mezin bi dest bixin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE