Serkeftina tîma keçên ciwan

Bi keda xwe xebitîn û di voleybolê de ketin dereceyê

Serkeftina tîma keçên ciwan

Tîma keçên ciwan li Birecika navçeya Şanlıurfayê bi keda xwe bi şev û roj xebitî. Herî dawî jî koma keçan di pêşbirkên koman ên Türkiyeyê de ket derecê. Keçên ciwan dibêjın ger derfetên wan çêbin dê serkeftinên mezintir bi dest bixin.

Gava mirov hewl û xîret nîşan bide tu tişt nikare bibe asteng.

Mînakekê vê ya herî baş jî li Birecika Şanlıurfayê ye.

Komek keçên ciwan ên xwendekarên Lîseya ÇPLyê ya Birecikê bi keda xwe û piştgiriya mamosteyên xwe di hewşa dibistana xwe de xebitîn.

Dûv re jî di Pêşbirkên Voleybolê yên Türkiyeyê de ketin derecê.

Tîm di pêşbirkê de him li Şanlıurfayê, him jî li herêma xwe bû duyemîn.

Keçên ciwan dibêjin ger zêdetir derfên wan hebin ew ê serkeftinên mezintir jî bi dest bixin.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE