Serkeftina xwenderên zanîngeha Muşê 

Xwendekarên Beşa Zanistên Sporê di 5 salan de serkeftinên mezin bi dest xistin  

Serkeftina xwenderên zanîngeha Muşê 

Li Herêma Mûş û Çewligê her ku diçe sporvanên serkeftî derdikevin. bi taybetî jî beşên zanistên sporê yên zanîngehan di vê serkeftinê de roleke mezin dilîzin. 

Li Zanîngeha Mûş Alparaslanê beriya 5 salan Beşa Zanistên Sporê vebû. 

Heta niha 700 xwendekarên Beşa Sporê çêbûne. 

Hin ji wan xwendekaran di pêşbirkên mezin ên li Tirkiyê de serkeftinên mezin bi dest xistine. 

Di heman beşê de Şaxa Sporê ya Astengdaran jî heye û niha tê de hin xwendekarên astengdar tên perwerdekirin. 

Her wiha hin sporvanên ji Solhana navçeya Çewligê jî serkeftineke mezin bi dest xistin. 

Tîma Neteweyî ya ku sporvanên Solhanê jî tê de ne, di Pêşbirka Tenîsa Piyan de li Ewropayê bû sêyemîn. 

Sporvanên Solhanî niha dixwazin ku tevlî pêşbirkên din jî bibin û serkeftinên mezintir bi dest bixin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE