Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Tîma Neteweyî ya A a Voleybolê ya Mêran ku di Lîga Zêrîn a Ewropayê ya CEVê da Portekîz têk bir û fînalên çarek garantî kir û her wiha Tîma Neteweyî ya A ya Voleybolê ya Jinan a ku di Lîga Neteweyan a FIVByê da Belçîka têk bir, pîroz kirin.
Li gorî daxuyaniya Federasyona Voleybolê ya Tirkiyeyê (TVF), Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Serokê TVFyê Mehmet Akif Ustundag û Kaptana Tîma Neteweyî ya A ya Voleybolê ya Jinan Eda Erdem Dundarê ra axivî.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Serokomar Erdogan ji ber serkeftina herdu tîman a Tîma Neteweyî ya A a Voleybolê ya Mêran û Tîma Neteweyî ya A ya Voleybolê ya Jinan pir kêfxweş bû.
Serokê TVFyê Ustundag jî ji ber piştgiriya ku dide, sipasiya Serokomar Erdogan kir. Her wisa Dundarê jî sipasiya Serokomar Erdogan kir.
AA