Serokê TFFyê wê di Hezîranê da bê hilbijartin

Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê(TFF) wê di 16ê hezîranê da bê hilbijartin

Serokê TFFyê wê di Hezîranê da bê hilbijartin

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) biryar da ku civîna Lijneya Giştî ya Derasayî di 16ê hezîranê da çêbibe.

Li gor daxuyaniya TFFyê, lijneya rêvebiriyê ya federasyonê bi serokatiya Servet Yardimci civiya.

Hat daxuyandin biryar hat datîn ku Civîna Lijneya Giştî ya Derasayî ya TFFyê di 16ê hezîranê roja pêncşemê saet 10.00î da li Enqereyê çêbibe.

Hat gotin heke têra xwe beşdarî çênebe civîna duyem wê di 17ê hezîranê roja înê heman saetê û li heman cihê çêbibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE