Li Hakkariyê beriya çend salan bi piştgiriya dewletê navenda kaşûnê ya mêrga botan hat vekirin. Niha li navenda kaşûnê nêzî 80 sporvan ji bo pêşbirkan amadehiyê dikin.
Bi teleferîkê hete serê çiyê diçin, ji wir xwe berdidin û hete jêr kaş dikin.
Ev der Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a li Hakkariyê ye.
Navenda Kaşûnê bi piştgiriya dewletê hat çêkirin û ji bo wê nêzî 15 milyon lîre hat xerckirin.
Niha li navendê sezona kaşûnê dest pê kir, lê ji ber vîrûsa koronayê tenê sporvan hene.
Sporvan him perwerde dibin him jî ji bo pêşbirkan amadehiyê dikin.
Zarokên biçûk jî hin caran xwe kaş dikin û bi berfê kêf dikin.