“Spor biratiyê xurt dike”

Wezareta Ciwanî û Sporê, ciwanên gundan li qadên sporê dicivîne

“Spor biratiyê xurt dike”

Wezareta Ciwanî û Sporê, bi saya projeya bi navê “spor biratiyê geş dike” ciwanên Midyadî anîn cem hev. Ciwanan, krampon û formayên xwe li xwe kirin û bi hev re sporên cur bi cur lîstin.

Hin ji wan futbolê hin ji wan jî basketbolê dilîzin. Heta di nav wan de yên ku badmînton û tenîsê dilîzin jî hene.

Ciwanên ji gundên Midyadê, di çarçoveya projeya Wezareta Ciwanî û Sporê de bi wesayîtên taybet ji gundên xwe tên navenda sporê.

Li vir forma û solên xwe yên sporê li xwe dikin û bi hev re him sporê dikin him jî hevdu nas dikin.

Wezaret dixwaze bi vê projeyê him bala ciwanên gundan bikşîne ser sporê him jî bi saya fealiyetan di navbera wan de biratiyê xurttir bikin.

Di çarçoveya projeyê de ciwan seranserê mehekê wê her roj ji gund herin qadên sporê.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE