Spor, zarok û ciwanan ji xirabiyan bi dûr dixe

Esnafekî ji bo zarok hînî tiryakê nebin li taxa xwe kluba futbolê vekir...

Spor, zarok û ciwanan ji xirabiyan bi dûr dixe

Beriya 4 mehan ji ber tiryakê kurmamê wî mir. Sîrac Demir ji bo zarok ji xerabiyên ji kûçe û kolanan dûr bikevin klubeke futbolê ava kir. Di klubê de niha 150 kes hene, kar û barên klubê jî bi dilxwazî tên kirin.

Ciwanên taxê ji kûçeyan kom kirin û ji bo wan klubeke sporê damezirand.

Dibêje em tenê dikarin bi sporê zarokên xwe ji kuçeyan xelas bikin.

Sîrac Demir esnafekî Batmanî ye, beriya 4 mehan ji ber tiryakê kurmamê wî mir.

Ji bo ev êş û musîbet neyê serê zarokên din rabû û bi navê ÇamlitepeSporê klûbeke futbolê ava kir.

Wî heya niha 150 zarok û ciwan di klubê de kom kirin û her hefte 3 rojan bi wan re dixebite.

Sîrac Demir dixwaze hemşeriyên wî piştgirîyê bidin çalakiyên wisa da ku zarok hînî tiryakê nebin.

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE