Ji bo bi cirîdê bilîzin her hefte diçin gundekî... Li Sêlima Karsê welatiyên ku sal 12 meh vê sporê dilîzin, her hefte li gundekî tên ba hev û pêşbirkan li dar dixin.
Li herêma Serhedê spora herî navdar cirîd e.
Lewra ev spor ji bo wan wekî mîrata bav û kalan e.
Ji bo vê jî her hefte li gundekî misabeqeyên cirîdê tên lidarxistin.
Siwarên ku beşdarî pêşbirkan dibin, tevî tîmên xwe, bi hespên rehwan derdikevin qadê û zorê didin hevdu.
Cirîdvan dibêjin; “Spora cirîdê dibe wesîleya yekîtî, hevaltî û bihevrebûna xelkê herêmê.”