Spora di heyama koronayê de

Li parkên Diyarbakirê spora sibê dest pê kir

Spora di heyama koronayê de

Dı pêvejoya şewba koronayê de ji bo gel kîloyên zêde nestîne û nexweş nekeve, li parkên Diyarbekirê spora sibê dest pê kir. Spor li gor tevdîrên koronayê di bin îdareya rahêneran de tê kirin.

Li Diyarbekirê piştî nimêja sibê herî zêde jin, kal û pîr ji bo siheta xwe derdikeve parkan.

Ji bo gel bi sihet be Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li parkan spora sibê da destpêkirin.

Spora sibê li parkên mîna anitparkê, parka şehîdên 15ê tîrmehê û meydana bajêr her şemî û yekşemê saet di navbera 7 û 9an da tê kirin.

Şaredariyê ji bo sporê ji jin û mêran 6 rahênerên pispor wazîfedar kirin. Spora parkan li gor tevdîrên koronayê tê kirin.

Rahêner Burcu Ekrem got, “Heke mirov spor bike û xwarinên xweş bixwe laşê mirov li hemberê nexweşiyan li berxwe dide. Di rojên koronayê de jî eger mirov li derve sporê bike qet zirara wê tine. Qet nebe divê mirov 15 deqîqeyan bimeşe. Lewra spor ji bo tenduristiyê gelekî baş e.”

Spora danê sibê bala gel dikşîne. Hemwelatiyên Amedê ji bo tenduristiyê eleqeyeke mezin nîşan didin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE