Li Tetwana Bilîsê cotkarekî baxçeyê kiriye wek salona sporê û her roj bi alavên xwezayî sporê dike. Ji dambilan heta halteran her tişt ji daran hatiye çêkirin.
Halil Dindar li Tetwana Bilîsê dijî û bi cotkariyê re mûjil e. Lê tevî karê xwe yê zehmet spora xwe didomîne.
Dindar her roj li baxçeyê xwe sporê dike û alavên wî yên sporê jî tev ji xwezayê ne.
Zilamê sporhez bangî ciwanan dike ku her tim sporê bikin.