Spora Park Oryantrîngê

70 sporvanî hewl da bi xerîteyan 9 hedefan bibînin û bi ser kevin.

Spora Park Oryantrîngê

Midûriya Ciwanî û Sporê ya Diyarbekirê li navçeya Yenişehirê pêşbaziya Park Oryantrîngê li dar xist. 70 sporvanî hewl da bi xerîteyan 9 hedefan bibînin û bi ser kevin.

Park Oryantrîng pêşbaziyeke balkêş e. Di çarçoveya pêşbaziyê de xerîtayek tê dayîn sporvanan. Sporvan jî bi saya vê xerîteyê hedefan dibînin.

Midûriya Ciwanî û Sporê ya Amedê li navçeya Yenişehirê pêşbaziya Park Oryantrîngê li dar xist.

Spora Park Oryantrîngê di navbera sporvanên ciwan de tê lidarxistin. Sporvan di çarçoveya tevdîrên koronayê de parkuran temam dikin. Ji ber vê yekê talûkeya wê tune ye.

Ji bajarên cuda 70 sporvan beşdarî Park Oryantrîngê bûn. Sporvanan di vê pêşbaziyê de xwestin bigihêjin 9 hedefan.

Ji bo ku di vê sporê de mesafe tê parastin ji aliyê sporvan û rayedaran ve tê tercîhkirin.

Bi saya Park Oryantrîngê ciwan him sporê dikin him jî cihên dîrokî yên bajêr dibînin û derbarê van cihan de agahdar dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE