Li Muşê rêveberiya spor û ciwaniyê polîgona tîrvaniyê temam kir. Niha ciwan lê hînî avêtina tîran dibin. Di polîgonê de cihê rûniştina 120 temaşevanan jî heye.
Spora tîrvaniyê hêj dewam dike.
Li Mûşê gelek kes dixwazin bibin tîravêj. Li ser vê daxwaza zêde navenda tîrvaniyê vebû.
Di navendê de him îmkana hînbûnê, him jî polîgon heye.
Niha gelek ciwan dixwazin bibin tîrvan.
Ji ber ku serlêdan zêde ye kurs bi seansan dersê dide.