Sporvanê astengdar Îsmaîl Kele gihîşt mirazê xwe

Sporvanê astengdar Îsmaîl Kele gihîşt mirazê xwe

Îsmaîl Keleyê 41 salî ku li Diyarbekirê dijî bi bejna xwe ya kinik a 110 santîmetreyî va gihîşt mirazê xwe û êdî qelevaniyê dike.

Îsmaîl Keleyê li Taxa Kervanpinara ser Sûr a navçeya navendî dijî ji zarokatiya xwe vir va dixwest di tîmekê da qelevaniyê bike û piştî bi Mehmet Emîn Erdoganê Serokê Qulûba Spora Astengdaran a Şaredariya Kayapinara Diyarbekirê nas kir gihîşt mirazê xwe.

Ew tevlî tîma futsalê ya qulûbê bû û piştî derxistina lîsansê jî wek qelevanê 3yemîn beşdarî antrenmanên tîma ku di Lîga 1emîn da têdikoşe, bû.

Kele dixwaze di Şampiyonaya Lîga 1emîn a Futsalê ya Astengdarên Kor a Tirkiyeyê da ku wê di meha îlonê da li Wanê bê kirin, bibe.

Keleyê gihîşt mirazê xwe yê ewil niha jî hêvî dike daxwaza wî ya duyemîn bi cî bê.

Rêveberiya qulûba wî niha ji bo ku ew li rûyê dinyê pênasa qelevanê herî kin ê dinyayê ye hilde dest bi xebatê kir.

- Xeyala wî ya 30 sal bû dewam dikir bi cî hat

Îsmaîl Kele daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 4 xwîşk û bira ne û wiha domand: "Ez li dibistanekê karê ku ÎŞKURê da min dikim. Ji zarokatiya xwe va min dixwest qelevaniyê bikim. Dema em zarok bûn li gund dileyîstin min her tim qelevanî dikir. Piştî ku min serok nas kir wî lîsansa min derxist û ez jî tevlî tîmê bûm. Niha gelek kêfxweş im lewra mirazê min ê ku ev 30 sal e xeyal dikim bi cî hat."

Îsmaîl Kele ji kesên astengdar dixwaze ku bila xwe mehkûmî malê nekin û ji xwe bawer bin û hewl bidin bixebitin û wiha domand: "Min xeyala xwe bi cî anî û ez bawer im hûn jî dikarin bigihêjin mirazê xwe. Ez dixwazim wek qelevanê herî kin ê dinyayê di dîrokê da cî bigirim."

Serokê qulûbê Erdogan jî got ku ew bi xwe jî astengdar e û bi sporê ra eleqedar e û qala kar xebatên qulûbê kir û ragihand ku 8 branşên sporê di bin banê qulûba wan da hene.

Der heqê xeyal û xebata Kele da jî Erdogan got: "Performansa wî baş e, heke ew û tîm jî li hev bikin wek qelevanê sereke dikare dewam bike. Ji bo ku wek qelevanê herî kin ê dinyayê di Pirtûka Reqorên Guinnessê da cî bigire û bê pesendkirin em ê hewl bidin."

Rahênerê tîmê Suleyman Boztepe got ku ji bo Kele ya ji destê wan tê wê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE