Sporvanê biçûk ê li Dêrikê

Madalyaya zêr qezenc kir û ket nav tîma neteweyî

Sporvanê biçûk ê li Dêrikê

Mihemed Hemze hêj 11 salî ye û spora muaythaiyê dike. Wî di pêşbaziyê de madalyaya zêrîn qezenc kir û ket nav tîma neteweyî. Sporvanê biçûk di îlonê de wê biçe pêşbaziyên navnetewî…

Ji Dêrika Mêrdînê çû Erzînganê û di nav 747 kesan de bû yekemîn.

Mihemed Hemze 11 salî ye û diçe pola şeşan. Lê ji niha ve serkeftinên mezin bidest dixe.

Hemze li Erzînganê di Şampiyoniya Muaythatiyê ya Zarokan a Tirkiyê de bû yekemîn û wî madalyaya zêrîn qezenc kir.

Bi vê serfiraziyê ket nav tîma neteweyî. Ew ê biçe Şampiyoniya Cîhanê ya Muaythaiyê ya Ciwan û Zarokan.

Hemze ligel mamosteyên xwe çû cem qeymeqam Hakan Kafkas. Kafkas got em bi sporvanê xwe yê jêhatî serbilind in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE