Li Wanê, yekemîn "beza çiyayê bilind" a navneteweyî hat kirin. Sporvan di beza ewil de ku ji aliyê federasyona skyrunningê (sikay rani̇ng) ya navneteweyî ve hat erêkirin, derketin çiyayê artosê. beşdaran di parkura li hafa behra wanê de demeke xweş derbas kir
Atletan di nav menzereya bêhempa de dest bi bezê kir.
Ev dîmen ji beza çiyayê bilind a navneteweyî ne ku li Türkiyeyê cara ewil hat kirin.
250 sporvanên xwecihî û biyanî li navçeya Westana Wanê dest bi bezê kirin.
Di etabên Artos Ultra Sky Maraton, Akdamar Run û Beza Vizontelê de pêşbirk hatin lidarxistin.
Sporvan di beza ewil de ya ku ji aliyê Federasyona Skyrunningê ((SIKAY RANİNG)) ya Navneteweyî ve hat erêkirin, li ber menzereya Gola Wanê hevraz bûn.
Sporvanên ku di pêşbirkê de ketin dereceyê, hatin xelatkirin.