Taha Akgul cara 9emîn bû şampiyonê Ewropayê

Taha Akgul cara 9emîn bû şampiyonê Ewropayê

Di Şampiyona Gulaşê ya Ewropayê ya ku li Macaristanê hat lidarxistin de werzişvanê millî Taha Akgul di kategoriya mêran stîla serbest 125 kîlo de madolyona zêrîn bi dest xist.

Di pêşbirka dawîn a 3yemîn roja organîzsayona ku li Budapêsta paytex hat lidarxistin Taha bi rikaberê xwe yê ezelî yê Gurcî Geno Petriashvilî re ma fînalê.

Taha Akgulê şampiyonê olimpiyatê 5-2 Petriashvilî têk bir û 9emîn  Şampiyontiya Ewropayê bi dest anî.

Tahayê ku di kategoriya mêran stîla serbest 125 kîlo de Tirkiye temsîl dikir, li Budapêstê di fînala çaryek de Magomedgadzhi Nurasulovê Sirbî 5-0, di fînala nêvî de jî Daniel Ligetiyê ji heman welatî 10-0 bi serkeftina teknîkî têk bir.

Taha Akgul di stîla serbest de nasnavê şampiyontiya herî zêde di destê xwe digire.

Tahayê ku li Rîo 2016an madalyona zêrîn û li Tokyê 2020ê madayona bronzî sitendibû 2 caran bûbû şampiyonê cîhanê.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE