Îtalyayê di pêşbirka EURO 2020ê da ji Tirkiyeyê bir

Nîva ewil a pêşbirkê beramber ma û Îtalyayê di nîva duduyan da bi golên Merih Demiral (avête qeleya xwe), Immobile û Insigne va pêşbirk qezenc kir.

Îtalyayê di pêşbirka EURO 2020ê da ji Tirkiyeyê bir

Taxima Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê di pêşbirka vekirina Şanpiyonaya Ewropayê ya 2020ê (EURO 2020) da li ber Îtalyayê 3-0 da der.

Nîva ewil a pêşbirkê beramber ma û Îtalyayê di nîva duduyan da bi golên Merih Demiral (avête qeleya xwe), Immobile û Insigne va pêşbirk qezenc kir.

Îtalya bi vê serkeftinê va bi 3 puanî va dest bi Koma Ayê kir, Tirkiyeyê puan qezenc nekir.

Taxima neteweyî ew ê pêşbirkên xwe yê din li Bakuya paytextê Azerbeycanê bilîze. Taximê îro di saet 13.00an da ji Îtalyayê bifire Bakuyê, di 16ê hezîranê da bi Gallerê di 20ê hezîranê da bi Swîsreyê ra bilîze.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE