Taxima Gerok a Sporê

Tîma Midûriya Spor û Ciwaniyê diçe gundan û bi zarokan re sporê dike...

Taxima Gerok a Sporê

Midûriya Ciwanî û Sporê ya Doğubayazıtê, ji bo ku zarok ji sporê dûr nekevin projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de ji lîderên navendên ciwaniyan, antrenor û ciwanan taximeke gerok a sporê hat avakirin. Tîm diçe gundan û bi zarokan re sporê dike.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê însan ji mal derneketin, spor nekirin û ji ber vê jî aciz bûn.

Midûriya Ciwanî û Sporê ya Doğubayazıtê, ji bo ku ciwanên li gundan, di heyama pandemiyê de sporê bikin projeyek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de gencên ku li navenda ciwaniyê dixebitin, antrenor û ciwanên ku dixwazin sporê bikin anîn ba hev û tîma gerok a sporê ava kirin.

Taxima gerok diçe gundan, bi malzemeyên sporê qadên sporê ava dike. Bi zarokan re li gorî hişyariyên şewbê çalakiyan dike.

Her wiha endamên tîmê, ligel sporê diyariyan jî li zarokan belav dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE