Bi cil û bergên herêmî li ser axê dilîzin
Li Şanliurfayê bi cil û bergên herêmî, li ser axê tenîs dilîzin. Şêniyên taxa saribalê nêzî 4 sal in ku bi vî şiklî dilîzin. Wezareta Ciwanî û Sporê wê ji bo vê taxê tesîsa sporê ava bike. Wê çaxê bi derfetên baştir dê tenîsê bilîzin.
Li Saribala taxa Şanliurfayê welatiyan ax xêz kirine û tenîs dilîzin.
Bi cil û bergên herêmî lîstika xwe didomînin.
Nêzî 4 sal in ku bi vî şiklî tenîsê dilîzin.
Mamosteyê sporê yê dibistana taxê ev spor hînî şêniyên taxê kiriye.
Ji biçûkan heta mezinan her kes dilîze û bi vê yekê kêf dike.
Ev dîmenan li ser medyaya civakî gelek belav bûn û bala Wezîrê Ciwanî û Sporê Muharrem Kasapoğlu jî kişand.
Şaredarê Wêranşarê Salih Ekinci çû serdana taxa Saribalê, silava wezîr ji wan re got û mizgîniya tesîsa sporê da wan.
Niha şêniyên taxê li benda tesîsê ne.