Tevî astengiyan 26 madalya qezenc kirin

4 caran li cîhanê, 5 caran jî li Ewropayê bû şampiyon

Tevî astengiyan 26 madalya qezenc kirin

Guh neda astengiya xwe, ket pêşbaziyên guleşa destan û 26 madalya qezenc kirin. Zeynep Yilmaza 42 salî ya ku lingên wê nagirin 4 caran li cîhanê, 5 caran jî li Ewropayê bûye şampİyon.

Zeynep Yilmaz 42 salî ye û du zarokên wê hene. Yilmaz astengdar e û her du lingên wê nagirin.

Lê wê guh neda vê astengiya xwe û xwe ji bo guleşa destan amade kir.

Zeynep Yilmaz ket gelek pêşbaziyan û di van pêşbaziyan de 26 madalya qezenc kirin.

Yilmaz got, ‘’Hûn mala min dibînin. Derfetên min kêm in. Ez ji rayedaran dixwazim bila ji min re karekî peyda bikin. Ez niha belgeya antrenoriyê distînim. Ez ji sporê pir hez dikim. Ez dixwazim li navendeke sporê dersê bidim zarokan’’.

Jinika astengdar, 4 caran bû şampiyona cîhanê, 5 caran jî bû şampiyona Ewropayê.

Daxwazeke Zeynep Yilmazê jî ew e ku serok Recep Tayyîp Erdogan bibîne.

Yilmaz wiha dewam kir ‘’Piştî hilbijartina serokatiyê min 24 madalyayên xwe wek diyarî ji birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re şandin. Ez pir dixwazim wî bibînim û pê re rûnim.’’

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE