Tirkiyeyê 2-0 Andora têk bir

Tirkiyeyê, Koma Hyê di rêza 2yem da temam kir.

Tirkiyeyê 2-0 Andora têk bir

Tîma Fitbolê ya A Milliyê di pêşbirka dawîn a Koma Hyê ya Seridandinên Şampiyonaya Ewropayê ya 2020î (EURO 2020) da Andorra 2-0 têk bir.

Pêşbirk li Stadyuma Neteweyî hat lîstin û Ivan Kruzliak, Tomas Somolani, Branislav Hancko (Slovakya) hakemtî kirin.

Tîma A Millî beriya vê pêşbirkê bi Îzlandayê ra leyîst û beşdariya EURO 2020î garantî kir. Koma Hyê bi 23 pûanî va di rêza 2yem da temam kir.

Herdu golên Tîma A Milliyê jî Enes Unal avêtin, gola yekemîn di deqîqeya 17emîn da, ya duyemîn jî bi penaltiyê di deqîqeya 21ê da avêt.

Tirkiye di pêşbirkê da 2-0 bi ser ket.

Andorra: Gomes (Dq. 87 Pol), Cristian Martinez, Vales, Rebes, Ildefons Lima, Clemente (Dq. 85 Rubio), Alaez (Dq. 71 Rodriguez), San Nicolas, Alex Martinez, Cervos, Llovera

Tirkiye: Ugurcan Çakir, Nazim Sangare, Merîh Demiral (Dq. 80 Mert Çetîn), Ozan Kabak, Omer Bayram, Kaan Ayhan, Ozan Tufan, Hakan Çalhanoglu (Dq. 60 Berkay Ozcan), Yusuf Yazici, Ahmed Kutucu (Dq. 85 Emre Kilinç), Enes Unal

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE