Tîma A ya Neteweyî ya Jinan a Voleybolê, Çîna şampiyona olîmpiyata dawîn 3-0 têk bir

Tîma A ya Neteweyî ya Jinan a Voleybolê, Çîna şampiyona olîmpiyata dawîn 3-0 têk bir

Tîma A ya Neteweyî ya Jinan a Voleybolê di maça ewil a Koma B ya Lîstikên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î da Çîna şampiyona olîmpiyata dawîn 3-0 têk bir.

Ji yarîzanên tîma neteweyî Ebrar Karakurtê bi 18 hejmaran bû strêk, her wiha Eda Erdem Dundarê 13, Zehra Guneşê 11, Hande Baladinê 10, Meliha Îsmailogluyê 4, Cansu Ozbayê jî bi 3 hejmaran va mil dan serkeftinê.

Tîma neteweyî dê di maça duyemîn a lîstikên olîmpiyatê da 27ê Tîrmehê Sêşemê derketin hemberî Îtalyayê. Pêşbirk bi dema Tirkiyeyê dê saet 10.25an dest pê bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE