Li Viranşehira Şanlıurfayê esnaf, mamoste, xwendekarên lîse û zanîngehan tîma hentbolê saz kirin. Tîma 2 sal berê hat sazkirin piştî lîga herêmê, niha di lîga 2yemîn de dilîze. Hedef ew e ku tîm derkeve lîga yekemîn.
Du sal berê tîma hentbolê ya bi navê "Viranşehir Gücü" hat sazkirin.
Di tîmê de esnaf, mamoste, xwendekarên lîse û zanîngehê dilîzin.
Tîm û gelê Viranşehirê bûne yek. Tîm piştî lîga herêmê derket lîga 2yemîn.
Niha hefeda "Viranşehir Gücüyê" ew e ku bi ser bikeve û derkeve lîga yekemîn.
Di tîmê de esnafên bajêr, xwendekarên zanîngehên Diyarbekir, Mardin û Batmanê, mamosteyên li bajêr wezîfe dikin û xwendekarên lîseyê têdikoşin.