Tîma Jinan a Hakkarîgucuyê ji Kenya û Zambiyayê du fitbolîst transfer kirin

Tîma Jinan a Hakkarîgucuyê ji Kenya û Zambiyayê du fitbolîst transfer kirin

 Ji tîmên Lîga 1emîn a Jinan a Turkcellê ya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Tîma Fitbolê ya Jinan a Hakkarîgucuyê ji Kenya û Zambiyayê du fitbolîst transfer kirin û her du fitbolîstên jin seba serkeftina tîma xwe pey topê direvin.

Hakkarîgucu Spor di sala 2018an da derket Lîga 1emîn a Jinan û di çarçoveya amadehiyên sezona nû da şûna 6 fitbolîstên ku ji tîmê çûn, 5 jê biyanî 6 fitbolîst hatin transferkirin.

Tîma fitbolê ya jinan amadehiyên xwe yên sezona nû li Sehaya Fitbolê ya Marzanê didomîne. Tîmê ji Azerbeycanê 2, ji Qazakistan, Zambiya û Kenyayê her yekê fitbolîstek transfer kir.

Mwanalima Adam Jerekoya 24 salî a Kenyayî di nîvê sehayê da dileyîze. Misozi Zuluya 25 salî jî ji Zambiyayê ye û lîstikvana forvetê ye. Ekîba teknîkê ya tîmê li ser pêşniyaza menajeran 3 mehan vîdeoyên van fitbolîstan temaşe kirin û ew şopandin.

Piştî nirxandinan der heqê fitbolîstên jin da raporeke erênî hat dayîn û her du fitbolîstên Afrîkayî hatin Hekariyê û peyman îmze kirin.

Jereko û Zulu di demeke nêz da adapteyî tîmê bûn û di antrenman û pêşbirkan da performansên xwe nîşan dan û hatin ecibandin.

Jereko daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Hekarî bajarekî pir xweş e û ew kêfxweş e ku hatiye vê tîmê.

Jerekoyê destnîşan kir ku ew tevlî hevalên xwe û ekîbê bi hev ra tevdigerin û wiha domand: "Min ji Hekariyê û merivên wê gelek hez kir. Ez li ser navê welatê xwe li vê derê me. Ez nûnertiya welatê xwe dikim û hevalên me ji vê derê yên wek me dibe bibînin. Di serfiraziyên em bi dest bixin da dixwazim keda min jî hebe. Gelê Hekariyê pir baş û xwînşirîn in."

Zuluyê jî ragihand ku ew ji bo serfiraziyên bajêr zêdetir bibin hat û tevlî tîmê bû û wiha domand: "Em bi tîmê ra wextê xwe xweş derbas dikin. Hevalên me hemû jêhatî ne. Antronorê me yekî baş û kubar e û pêşî li me vedike. Ez ji Hekariyê gelekî hez dikim."

Hevalên wan ên di tîmê da jî ji wan razî ne û hemû bi hev ra dixwazin ku bila serfiraziyên Tîma Fitbolê ya Jinan a Hakkarîgucuyê zêde bibe û ji bo vê jî hewl didin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE