Tîma Neteweyî ya Fitbolê ya Ampute li ser hev cara duyem bû Şampiyonê Ewropayê

Tîma Neteweyî ya Fitbolê ya Ampute li ser hev cara duyem bû Şampiyonê Ewropayê

Tirkiyeya şampiyonê dawîn li Krakowa bajarê Polonyayê di fînala Şampiyonaya Fitbolê ya Ampute ya Ewropayê da bi Îspanyayê ra leyîst.

Tirkiyeyê baş dest bi pêşbirkê kir û di deqîqeya 6em da bi gola Omer Guleryuz 1-0 da pêşiyê. Omer di deqîqeya 10em da ferq derxist 2yan û ekîba heyv û stêrkê di deqîqeya 21em da bi gola Kemal Guleş bû 3-0. Di deqîqeya 24em da Rahmî Ozcan goleke pir xweş avêt û Tirkiyeyê nîvê ewil 4-0 li pêş kuta kir.

Tîma neteweyî di nîvê duyem da jî bi golê dest pê kir. Omer Guleryuz diu deqîqeya 26em da ferq derxist 5an. Kemal Guleş di deqîqeya 42yem da encam kifş kir û û Tirkiyeyê Îspanya 6-0 têk bir û bû şampiyon.

Tîma neteweyî beriya vê şampiyontiyê di 2017an da li Stenbolê bûbû şampiyonê Ewropayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE