Tîma Suryaniyan bû şampiyon

Tûrabîdinsporê şampiyoniya xwe bi bernameyekê pîroz kir

Tîma Suryaniyan bû şampiyon

Suryaniyên Midyatê ewil tîma xwe ya bi navê Tûrabîdînsporê ava kirin paşê jî tîma xwe kirin şampiyon. Suryaniyên li Turkiyê û dîasporayê ji bo pîrozbahiya şampiyoniyê li Midyada Mêrdînê li hev civiyan.

Suryaniyên Midyatê ewilî di sala 1984an de tîma Têlkarîsporê ava kiribûn. Lêbelê emrê wê kin bû û di sala 1994an de hatibû girtin.

Di ser re 23 sal derbas bûn û ji xwe re tîmeke bi navê Tûrabîdînsporê ava kirin.

Tûrabîdinspora ku ji aliyê Suryaniyên Midyadê hat avakirin di sala xwe ya ewil de bû şampiyon.

Ji bo pîrozbahiya şampiyoniyê jî li Midyadê şeva şahiyê li dar xistin.

Futbolîstên Tûrabîdinsporê û Suryanî yên li Turkiyê û Ewropayê jî tevlî şahiyê bûn û şampiyoniya xwe pîroz kirin.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE