Tîmên Efrînê amadehiya lîgê dikin

Li Efrînê ji bo lîga fûtbolê amadehî heye.

Tîmên Efrînê amadehiya lîgê dikin

Piştî amede kirin û çêkirina qadên spore, li efrînê dest bi avakirin û amede kirina tîmên fûtbolê heye û her wiha ji bo lîga efrînê hazirî dikin.

Di nevbera tîma Basût û tîma el şam de, li qada sporê ya efrînê, ji bona lîga Efrînê pêşbirk hat lidarxistin.

Tîma El Şamê 10 avêtin û pêşbirk qezenc kirin. Li efrînê wê tîm bi hevre bilîzin, tîmên ku bi ser kevin wê li lîga sereke bilîzin.

Niha li Efrînê, 15 tîmên fûtbolê amede bûne. Li Efrinê lîg wê di 1_7ê mehê de dest pê bike, Hemû tîm jî ji bo lîgê xwe amade dikin.

Lîstikvanên tîma jî ji bo derketina lîga jor pir bihêvî ne.

Cara yekemîne ku piştî rizgar kirina qad û lîgan li efrînê tişteke wisa çêdibin.

Roj bi rojê jî Efrîn ji her aliyekî ve bi pêş ve diçe.Her wiha milet li Efrînê bi pêşketina sporê pir kêfxwaş in.

tîmên ku hatine ava kirin jî pir memnûn in û dixwazin ku xwe zêdetir bi pêş bixin.

Futbolîs, alîgir û gel jî ji bo ku êdî li qadan lîstik tê lîstin kêfxweş in û di derheqê spor û tîmên xwe de hestên xwe anîn ziman.

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 11:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE