Tokyo 2020 di ber gefa vîrusa koronayê da ye

Vîrusa koronayê (Kovîd-19) zêde bibe, dibe ku Lîstikên Olîmpiyatê yên Havînê yên 2020an werin taloqkirin.

Tokyo 2020 di ber gefa vîrusa koronayê da ye

Endamê Lijneya Îcrayê ya Komîteya Organîzasyona Tokyo 2020 Haruyuki Takahashi diyar kir ku heger gefa cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) zêde bibe, dibe ku Lîstikên Olîmpiyatê yên Havînê yên 2020an werin taloqkirin.

Takahashi li ser tedbîrên ji bo îhtimala zêdebûna şewba vîrusa koronayê di organîzasyona ku tê plankirin dê li paytextê Japonyayê Tokyoyê 24ê Tîrmehê-9ê Tebaxê were lidarxistin da, daxuyanî da çapemeniya Amerîkayê û wiha got, "Ez wisa nafikirim ku îhtimal heye ku lîstik dê bên betalkirin. Hilbijartina herî maqûl, taloqkirin e. Komîteya Olîmpiyata Navneteweyî (IOC) dê aliyê darayî yê lîstikan bide ber çavan û li gorî wê jî dê qartê betalkirinê nexe nava vebijêrkan."

Takahashi diyar kir ku vebijêrka leyîstina lîstikan bêyî temaşevanan jî dê di warê ekonomîk da fatureyeke giran derxe û wiha got, "Ez wisa difikirim ku senaryoya herî baş a ji bo olîmpiyatan, salek an jî du sal taloqkirin e."

Piştî daxuyaniyên Takahashi, Komîteya Organîzasyona Tokyo 2020 ragihand ku taloqkirin an jî betalkirin vêga di rojeva wan da nîne û xebatên amadekariyê li ser rengê xwe yê plankirî berdewam in.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE