Piştî ku futbolîstê navdar ê ji Misirê Mihemed Salah transferê tîma Lîverpoolê ya Îngiltereyê bû hejmara bûyerên Îslamofobiyê kêm bûn.
Li gor lêkolîneke Zanîngeha Stanfordê piştî ku Mihemed Salah (27) ransferê tîma Lîverpoolê bû hejmara bûyerên Îslamofobiyê ji sedî 18,9 kêm bûn.
Di lêkolînê da hat gotin alîgirên tîma Lîverpoolê dema li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyamên dijî Îslamê parve dikin ev li gor peyamên alîgirên tîmên din ên mezin nîvî û nivî kêm bûn.
Salah di havîna 2017an da ji tîma Romayê ya Îtalyayê bi 34 milyon sterlînan transferî tîma Lîverpoolê bûbû. Salah di hemû xebatan da 144 caran derkete pêşbirkan û 91 gol avêtin.
AA