Tura Bîskîletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 54an

Tura Bîskîletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 54an ji tîma Euskadi Basque Country-Muriasê sporvanê Spanyayî Eduard Prades Reverter qezenc kir

Tura Bîskîletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 54an

Tura Bîskîletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 54an (TUR 2018) ji tîma Euskadi Basque Country-Muriasê sporvanê Spanyayî Eduard Prades Reverter qezenc kir.

Pêşbaziya TUR 2018an a ku di 9ê Cotmehê da li Konyayê dest pê kir etaba wê ya 6emîn a dawîn jî li Bursa-Stenbolê hat kirin. Destpêkirina etaba li Bursayê ji Qada Demokrasiyê ya 15ê Temûzê hat dayîn.

Bîskîletajoyan di etaba tura dawîn da ewilî ji Serdabên Selçukgazî û Orhangaziyê derbas bûn û gihîştin Pireya Osmangaziyê, navber nedan pêşbaziyê û ji wir jî xwe gihandin Serdaba Avrasyayê û pêşbaziyê jî li Meydana Siltanahmetê temam kirin.

Di etaba pêşbaziyê ya Bursa-Stenbolê da ji tîma Bora-Hansgroheyê sporvanê Îrlandayî Sam Bennett bi 3 saet 36 deqîqe û 28 çirkan va bû yekemîn.

Bennett dema ji cihê pêşbazî lê diqede ra 1,2 kîlometre mabû hemleyeke mezin kir û di TUR 2018an da gihîşt serfiraziya xwe ya 3yemîn.

Di etaba vê tûrê da Eduard Prades Reverter 5 çirk piştî Bennett hat bû duyemîn û ji BMC Racing Teamê jî Jean-Pierre Druckerê ji Luksemburgê jî bu sêyemînê etaba dawîn.

"Mayoyê Firûze" Prades qezenc kir

Yekemîntiya klasmana giştî ya Tura Bîskîletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 54an jî ji tîma Euskadi Basque Country-Muriasê sporvanê Spanyayî Eduard Prades Reverter qezenc kir.

Di tu tûreka TUR 2018an da yekemîntiya Prades tunebû lê dema hemû dereceyên di tûrên organîzasyonê da bi dest xistî hatin berhevkirin "Mayoyê Firûze" bû para Prades û wî qezenc kir

Li gor berhevkirina dereceyên di pêşbaziyê da ji tîma Astana Proyê Alexey Lutsenkoyê ji Qazaxistanê bû duyemîn û ji ekîba Team Katusha Alpecinê jî Nathan Haasê Awistralyayî jî bû sêyemînê TUR 2018an.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Cotmeh 2018, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE