Türkiyeyê di Lîga Cyê ya Neteweyan a UEFAyê da 4 car li ser hev qezenc kir

Türkiyeyê di Lîga Cyê ya Neteweyan a UEFAyê da 4 car li ser hev qezenc kir

Türkiyeyê di Koma 1ê ya Lîga Cyê ya Neteweyan a UEFAyê da di pêşbirka hefteya çaremîn da bi Lîtvanyayê ra hat hemberî hev û 2 û 0 ji reqîbê xwe bir.

Türkiyeyê pêşbirka xwe ya 4emîn a di komê da jî qezenc kir û 4 car li ser hev bi ser ket û di komê da lîderiya xwe domand.

Tîma Neteweyî di pêşbirka ewil da bi Giravên Faroeyê ra hatin hemberî hev û 4 û 0 bi ser ketin. Di pêşbirka duyemîn da Türkiye û Lîtvanya hatin hemberî hev û Türkiye 6 û 0 bi ser ket û Luksemburgê jî 2 û 0 têk biribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE