Turnûvaya futbolê ya di navbera dêran de

Di encama turnuvayê de tîma Dêra Mor Abrohom bû şampiyon.

Turnûvaya futbolê ya di navbera dêran de

Dêrên li herêma Midyadê ev 25 sal in ku di navbera xwe de turnûvaya futbolê li dar dixin. Turnûvaya îsal jî bi kelecaneke mezin dest pê kir. Di encama pêşbirkan de tîma Dêra mor Abrohomşampiyon. Di serî de Suryaniyên li Hezex û Nisêbînê ji derwelêt jî gelek kes ji bo turnûvayê hatin Midyadê.

Tîmên 12 dêran ji bo turnuvaya Futbolê hatin ba hev.

Li Midyada Merdînê di navbera tîmên dêran de turnûvaya futbolê hat lidarxistin.

Turnûvaya ku ev 25 sal in tê lidarxistin, îsal jî bi kelecaneke mezin dest pê kir.

Bi taybetî jî cimaeta Suryaniyên herême, tevî zar û zêçên xwe eleqeyeke mezin nîşanî turnûvayê dan.

Di serî de Keşeyê Dêrên Midyadê İshak Ergün, Serokê Weqfa Dêrên Qedîm ên Suryaniyan Yusuf Türker, ji Hezex, Nisêbîn û ji derwelêt jî gelek mêvan ji bo turnûvayê hatin bajêr.

Di encama pêşbirkan de tîma Dêra Mor Abrohom tîma Dêra Mor Yaqûb têk bir û bû şampiyon.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE