Turnûvaya futbolê ya li Tatvanê

Di fînala turnûvayê de tîmên serkeftî rahiştin diyarî û kûpayên xwe 

Turnûvaya futbolê ya li Tatvanê

Li Tetwana Bilîsê bi organîzasyona şaredariyê turnûvaya futbolê hat lidarxistin. nêzî 600 sporvan di nav 37 tîman de tevlî turnûvayê bûn. tîmên ku di fînala turnûvayê de bi ser ketin, rahiştin diyarî û kûpayên xwe. 

Şaredariya Tetwana Bilîsê di çarçoveya Fuara Rojhilatê Anadoluyê de turnûvaya futbolê li dar xist. 

Di turnûvayê de nêzî 600 sporvan di kategoriyên cuda de hatin hemberî hev. 

37 tîman di turnûvaya seranserê mehekê de têkoşîneke mezin da. 

Tîmên ku di fînala turnûvayê de bi ser ketin, kûpa û diyariyên cuda qezenc kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE