Tîma Voleybola Jinan a VakifBankê di Lîga Şampiyonan a CEVê da bûn şampiyon û di rêzeserkeftinên xwe da yeka din tomar kirin.
Di Fînala Super a Lîga Şampiyonan a CEVê da ya ku li paytextê Slovenyayê Ljubljanayê hat lidarxistin da tîma zer-reş ekîba Imoco Volley a Îtalyaê 3-1 têk bir û ji bo cara 5emîn kûpaya herî mezin a Ewropayê ya di asta kulûban da bir muzeya xwe.
VakifBankê di Lîga Şampiyonan a CEVê da piştî 2011, 2013, 2017 û 2018an di sala 2022yan da jî bû şampiyon.
Tîma zer-reş berê 3 caran jî şampiyontî di fînalê da ji dest dabû.
- Piştî maçê kêfxweşiya mezin
Lîstikvan û heyeta teknîkî ya VakifBankê piştî maçê pir kêfxweş bûn.
Lîstikvan û heyeta teknîkî piştî hejmara dawîn, ketin hundirê qadê, hev hemêz kirin û şampiyontî pîroz kirin.
- Di qada navneteweyî da kûpaya 11emîn
VakifBanka ku di qada navneteweyî da ji Türkiyeyê ew tîm e ku herî zêde kûpa qazanc kir, di vê qadê da kûpaya xwe ya 11emîn rakir.
Tîma zer-reş di dîroka xwe da 5 Lîga Şampiyonan a CEVê, 4 Şampiyonaya Dinyayê ya Kulûban a FIVBê, 1 Kûpaya CEV Challengeê û 1 jî Kûpaya CEV Top Teamsê bi tevahî 11 caran bû şampiyon.
- Di 11 sezonên dawîn da kûpa 7 caran bû ya tîmên Tirkan
Di Lîga Şampiyonan a CEVê da tîmên Tirkan ji 11 sezonên dawîn di 7an da kûpaya şampiyontiyê qazanc kirin.
Di sala 2011ê da li Stenbolê organîzasyon hat lidarxistin û wê demê di Fînala Çaralî da VakıfBank Guneş Sîgorta Turk Telekomê qezenc kir. Di sala 2012ê da Fînala Çaralî li Bakuya paytextê Azerbeycanê hat lidarxistin û wê demê jî Fenerbahçe Universal bû şampiyon. Piştra di sala 2013ê da organîasyon cardin li Stenbolê hat lidarxistin û VakıfBankê cardin qezenc kir û bû şampiyonê Fînala Çaralî.
Di sezona 2013-2014an a Lîga Şampiyonan da Bakuyê mazûvaniya Fînala Çaralî kir û di pêşbirka fînalê da ekîba Ûris Dinamo Kazanê VakıfBank têk bir û bû şampiyonç Bi vî hawî seriya 3 sezonên ekîbên Tirk jî kuta bû.
Di sala 2015an da jî Fînala Çaralî li Szczecina bajarê Polonyayê hat lidarxistin û kûpaya şampiyontiyê Eczacıbaşı VitrAyê hilda. Ekîbên Türkiyeyê bi tevahî cara 4emîn serkeftî bûn.
Di sala 2017an da Fînala Çaralî li Trevisoya bajarê Îtalyayê hat lidarxistin û VakıfBank serkeftî bû, di sala 2018an da jî li Bukreşa paytextê Romanyayê hat lidarxistin û VakıfBank cardin bû şampiyon.
VakıfBankê di vê sezonê da jî li Ljubljana di Fînala Super da Imoco Volley têk bir û bû xwediyê kûpayê.
Bi vî hawî VakıfBankê Fînala Super a Lîga Şampiyonên CEVê qezenc kir û bi 5 kûpayan va hedefa xwe ya sezonê pêk anî.
AA