Vîrusa koronayê di Serîe Ayê da jî hat dîtin

Testa Ruganiyê 25 salî yê lîstikvanê defansê yê Juventusê pozîtîf derket

Vîrusa koronayê di Serîe Ayê da jî hat dîtin

Juventusa ji taximên Lîga Fotbolê ya Îtalyayê (Serîe A) diyar kir ku di testa Daniele Ruganiyê gogvanê wan da derket holê ku bi vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) ketiye.

Li Îtalyayê 3 hefte ne ji ber Kovîd-19ê rewşa acil hatiye îlankirin, her çiqasî pêşbirkên Serîe Ayê hetanî 3yê nîsanê hatibin taloqkirin jî gogvenek bi nexweşiyê ket.

Di daxuyaniya fermî ya Juventusê da hat destnîşankirin ku testa Ruganiyê 25 salî yê lîstikvanê defansê pozîtîf derket lêbelê tu nîşaneyeke vîrusê li ser lîstikvan nedihatin dîtin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Kuluba Fitbolê ya Juventusê hemû tevdîrên qanûn mecbûr dikin hildide û kesên ku bi wî ra ketine têkiliyê jî tesbît dike."

Di Serîe Ayê da cara ewil Ruganî bi vîrusa koronayê ket.

Li welêt vîrusa koronayê di 21ê sibatê da belav bû û ji wê rojê hetanî îro 827 kes mirin, 12 hezar û 462 kes bi virusê ketin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE