Werzişkara şampiyon: Sultan Zilan

Li Taylandê di beşa Muay Thaiyê de bû duyemîna cîhanê

Werzişkara şampiyon: Sultan Zilan

Sultan Zilan keçeke ciwan a Diyarbekirî ye. Zîlan bi kabiliyet û keda xwe heta niha bi dehan çaran bûye şampiyon. Herî dawî jî li taylandê di branşa muay-thaiyê de bû duyemîna cîhanê. Sultan Zîlan xebatên xwe didomîne û di hedefa wê de şampiyoniya cîhanê heye.

Sultan Zîlana Diyarbekirî werzişkareke xwedî qabiliyet e û gelekî serkeftî ye.

Werzişkara Diyarbekirî hem di beşa perwerdeya bedenê de xwendekar e hem jî werzişkara Kick box û Muay Thaiyê ye.

Werzişkara ciwan heta niha bi dehan caran welatê xwe temsîl kiriye û serkeftinên mezin bi dest xistiye.

Ew her roj ligel birê xwe û bavê xwe yê antrenor, ji bo hedefên xwe antrenmanan dikin.

Sultana 19 salî heta niha li nav welêt û li derveyî welêt bi dehan şampiyonî bi dest xistine.

Sultan herî dawî du hefte berê li Taylandê di pêşbaziyên Muay Thaiyê de, di nav 10 reqîban de bû duyemîna cîhanê.

Sultanê di musabeqeya dawî de reqîbên xwe yên Wîetnamî û Ûrûgûayî têk birin. Lêbelê li hemberê reqîba xwe ya Emerîkî têk çû û bû duyem.

Niha di hedefa wê de şampiyoniya kick box û Muay Thaiyê heye.

Sultan ji bo bigihêje hedefên xwe bê navber antrenmanên xwe didomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE