Wezareta Spor û Ciwaniyê ji bo ciwan baştir antremanê bikin, mase û robotên gogavêtinê şandin mûşê. Tîma bajêr a tenîsa masê ji bo bibe şampiyon dixebite.
Wezareta Spor û Ciwaniyê ligel tevdîran robotên gogavêtinê şandin bajaran.
Wezaretê robot dan bajarên ku di nexşeya koronayê de şîn in.
Tîma Tenîsa Masê ya Mûşê jî robota xwe girt û ji niha ve bênavber antremanan dike.
Ekîb ji bo di şampiyonayan de bi ser keve bênavber haziriyê dike.