Xebatên şaredariya bajarê mezin a Vanê

Şaredariyê 5 hezar perçe amûrê sporê da 83 komên sporê

Xebatên şaredariya bajarê mezin a Vanê

Piştî ku ji bo şaredariya bajarê mezin a Wanê Qeyûm hat peywirdarkirin, hemû cureyên alîkariyan gelek zêde bûn.herî dawî şaredariyê ji bo piştgiriyê 5 hezar perçe amûr da 83 komên sporê.

Ev der Salona Sporê ya Nur Tatar a li navenda Wanê ye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi qeyûm tê birêvebirin, ji bo 83 komên sporê yên amator 5 hezar perçe amûr berhev kirin.

Ew amûr dûvre bi merasîmekê li komên sporê hatin belavkirin.

Waliyê û Cîgirşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Murat Zorluoğlu di merasîmê de axivî.

Got “hin kes ji van alîkarî û xebatên me aciz in lê xebatên me wê bidomin.”

Waliyê Wanê Murat Zorluoğlu:Hin alî û mîhreq ji van xebatên me aciz in. Yên 8 salan, 10 salan şaredarî kirine lê ji bo bajêr tu tişt nekirine, jixwe wê ji van xizmetên me aciz bibin…02:09 Kesên ku bi salan şaredarî kirine lê tu kuçe û kolan paqij nekirine û di şûna vê de çavkaniyên şaredariyê şandine çiya û terorîstan jî wê ji van xebatên me kêfxeş nebin.

Serokê Konfederasyona Komên Sporê yên Amator ên Wanê Ramazan Kivanç jî got, “alîkarî ji bo sporvanan gelek baş bû.”

Merasîma belavkirina amûran bi maça Koma Sporê ya Astengdaran û endamên protokolê bi dawî bû.

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2018, 12:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE