Li herêmê xebat û xizmetên seba ciwanan dewam dikin. li Mehserta Mêrdînê salona sporê, sehaya giha ya sentetîk û hewza olimpîk êdî di xizmeta gel de ye. li agiriyê jî ji bo xwendekarên bi rewşa taybet, projeyek tê meşandin.
Ji bo xweşkirina jiyana xelkê herêmê xebat û xizmet dewam dikin.
Şaredariya Mehserta Mêrdînê, komplekseke mezin a spore çêkir û xist xizmeta gel.
Di nav kompleksê de salona spore ya sergirtî, sehaya giha ya sentetîk û hewza olimpîk a soberiyê hene.
Zarok û ciwanên Mehsertî ji vê xizmeta şaredariyê zehf kêxweş bûn.
Li Agiriyê jî ji bo xwendekarên bi rewşa taybet projeyek tê meşandin.
Navê vê projeya Wezareta Spor û Ciwaniyê ev e: Tu tişt nikare rê li ber spore bigre.
Di vê çarçovê de ji bo xwendekaran ji Enqerê melzeme hatin şandin Agiriyê.