Wezareta Spor û Ciwaniyê û Wezareta Perwerdeyê ji bo ku li herêmê spor bi pêş bikeve projeyek dan destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de 80 xwendekar hatin hilbijartin. Xwendekar wê di beşên cuda de perwerde bibin.
Wezareta Spor û Ciwaniyê û ya Perwerdeyê ji bo ku zarokên herêmê bi sporê re mijûl bibin projeyek dan destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de li Vanê ji 3 hezar xwendekarî 80 zarok hatin hilbijartin.
Antrenor, di beşên cuda de wê xwendekaran perwerde bikin. Xwendekar pişt re wê bên şandin branşên cuda.
Bi saya vê projeyê wê li herêmê spor bi pêş bikeve û danasîna bajêr jî zêdetir bê kirin.