Wezareta Spor û Ciwaniyê li seranserê welêt ji bo ciwanan tesîsên sporê çêdike. Wezaretê li Pervariya Siirtê lı ser 700 metreçarçıkî saloneke gırtî ya sporê çêdıke.
Ji bo ku ciwan bi sporê re eleqedar bibin li hemû bajaran ji aliyê Wezareta Spor û Ciwaniyê ve tesîs û cihên sporê tên çêkirin.
Wezaret li Pervariya Siirtê li ser 700 metreçarçikî ji bo ciwanan tesîseke mezin çêdike.
Şaredarê Pervariyê Tayyar Özcan çû înşeatê û xebat kontrol kir.
Şaredar Özcan got: Di tesîsê de wê qadên voleybol, basketbol û hentbolê bên avakirin. Her wiha ji bo Perwerdeya Gel jî wê cih bê veqetandin.
Bi saya vê tesîsê xurt û ciwanên navçeyê wê bikarin bi rehetî sporê bikin.