Xwendekarên biçûk soberiyê hîn dibin

Zarok di kursê de him avjeniyê hîn dibin him jî têra dilê xwe kêf dikin

Xwendekarên biçûk soberiyê hîn dibin

Li Muşê, Midûriyeta Ciwanî û Sporê xebatên civakî û sporê bi rê ve dibe. Midûriyetê herî dawî ji bo soberiyê hînî xwendekarên biçûk bike kursek vekir. Di vê kursê de xwendekar him avjeniyê hîn dibin him jî bi têra dilê xwe kêf dikin.

Hin xwendekar bi hev re piyên xwe dixin nav ava hewzê, hin jî soberiyê hîn dibin.

Ev dîmen ji hewza olîmpîk a li Mûşê ne.

Her çend li Muşê hewa gelek sar be jî, kêfa zarokan li cih e.

Midûriyeta Ciwanî û Sporê ya li bajêr ji bo xwendekarên biçûk gelek xebatên sportîf bi rê ve dibe.

Yek ji wan jî kursên perwerdeya soberiyê ne.

Xwendekar kom bi kom tên vê hewza olîmpîk û tê de him avjeniyê hîn dibin him jî bi têra dilê xwe kêf dikin.

perwerdekar dibêjin ku bila hemû zarok werin vê derê û soberiyê hîn bibin.

Her wiha di rojên bê de jî dê ev kursên soberiyê li tevahiya bajêr werin vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE