Xwendekarên şampiyon yên Mûşî

Hemû reqîbên xwe têk birin û bûn şampiyon.

Xwendekarên şampiyon yên Mûşî

Xwendekarên Mûşî yên dibistana navîn a Prof. Dr. Vahît özmen, hemû reqîbên xwe yên badmîntonê têk birin û bûn şampiyonê Tirkiyeyê. Hevalên wan û gelê Mûşê ew bi dehol û zirneyê çûn pêşiya wan.

Li herêmê faaliyetên sporê de dewam dikin û ew jî bi xwe re serkeftinan pêk tîne.

Yek ji wan serkeftinan jî ya xwendekarên Mûşî bû ku ew di dibistana navîn a Prof. Dr. Vahît Özmen de dixwînin.

Zarokan di hemû pêşbirkên badmîntonê de reqîbên xwe têk birin û bûn şampiyonê Tirkiyeyê.

Mamoste û hevalên wan jî ew bi şahiyekê xelat kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE