Xwezahezên Îranî dora Çiyayê Agiriyê bi duçerxan difetilin

Xwezahezên Îranî dora Çiyayê Agiriyê bi duçerxan difetilin

Xwezahezên Îranî yên ku 17 jê jin 43 kes ji bo ku şûna wesayîtê gera bi duçerxê berbelav bibe, dora Çiyayê Agiriyê difetilin.

Endamên Kuluba Saîdamê yên ji bajarên cuda yên Îranê, bernameyeke gerê amade kirin da ku şûna wesayîtê, balê bikişînin ser gera bi duçerxê.

17 jê jin 43 xwezahezên ku ji Îranê bi duçerxan bi rê ketin da ku parkura 350 kîlometreyî li dora Çiyayê Agiriyê bigerin, ji Deriyê Sînor ê Gurbulaxê yê li Bazîda navçeya Agiriyê derbasî Tirkiyeyê bûn.

Xwezahez pêşiyê bi duçerxan li devera Çiyayê Agiriyê yê ku dikeve hêla Bazîdê geriyan û paşê ber bi Îdirê bi rê ketin. Kom dê tûra xwe ya li dora çiya li Komara Xweser a Naxciwanê temam bike û ji wir jî dê derbasî welatê xwe bibe.

Rêberê komê Elî Mîrzaî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew gelek caran tên Tirkiyeyê û ew zivistanê jî derketin serê Çiyayê Agiriyê.

Mîrzaî wiha xeberda, "Me zehf dixwest em dora Çiyayê Agiriyê bi duçerxê bigerin û lewma jî me plana vê yekê kir. Em ji Îranê heya Bazîdê 60 kîlometre rê bi duçerxê hatin. Ji vir heta Îdirê 58 kîlometre ye û ji wir jî em ê ji ser navçeya Aralixê derbasî Naxçivanê bibin. Her tişt pir baş e. Rêwîtî rind derbas dibe. Hevalên me yên Tirk ên ku me berî niha li vir nas kirin hene, em baş pêşwazî kirin. Em ê di tevahiya parkura 350 kîlometreyî da duçerxê biajon."

Endama komê Ferîde Xelîlpûrê jî diyar kir ku ew timî li xwezayê çalakiyan dikin û wiha got, "Tûra bi duçerxê ji bo me tiştekî nedîtî ye. Her tişt pir baş derbas dibe. Înşelah em ê timî werin Tirkiyeyê."

Qasim Qedîrî jî got ku ew 60 salî ye, 30 sal e werzişê dike ku tenduristiya ruh û bedena wî baş be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE