Zanayên "Şah-matê" wê li keviya Gola Vanê têbikoşin

Di tûrnuvaya cara ewile li Vanê wê bê kirin da ji Bulgaristan, Azerbeycan, Iraq, Qazaxistan û Tirkmenistanê jî wê lîstikvan beşdar bibin

Zanayên "Şah-matê" wê li keviya Gola Vanê têbikoşin

 Li Edremîta navçeya Vanê di navbera 22-27ê Tîrmehê da wê turnuvaya kişikê ya navneteweyî bê lidarxistin. Tevlî Tirkiyeyê bi tevahî 7 welat wê di asta westayê mezin/zana (grandmaster) bi 300 sporvan/lîstikvanî va wê têbikoşin.

Walîtiya Vanê , Şaredariya Erdemliyê, Federasyona Kişikê ya Türkiyeyê û Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr ji bo Tûrnuvaya Kişikê ya Van-Erdemliyê ya Navneteweyî amadehiyên xwe temam kirin.

Tûrnuva li Otêla Sepandinê ya li keviya Gola Vanê ku wê bê kirin bi qasî 6 rojan wê dewam bike û ji Bulgaristan, Azerbeycan, Iraq, Qazaxistan û Tirkmenistanê 67 û ji Tirkiyeyê jî 233 kişikzanan serî lê da.

Ji ber serfiraziyên navneteweyî Aryan Gholamiyê ji Îranê, Handszar Odeevê ji Tirkmenistanê û Urfan Sevdimaliyevê ji Azerbeycanê ku wek westayê mezin tên zanîn jî wê beşdarî tûrnuvaya kişikê bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE