Tîma Voleybolê ya Jinên Stêrk ya Kluba Sporê ya Ciwaniyê ya Zanîngeha Dîcleyê bû şampiyonê herêmê.
Li gor daxuyaniya Zanîngeha Dîcleyê, Tîma Voleybolê ya Jinên Stêrk a Kluba Sporê ya Ciwaniyê li Diyarbekirê beşdarî pêşbirkên di navbera zanîngehan da bû, hemû tîman têk bir û bû şampiyonê herêmê.
Tîma Diyarbekirê tîmên Batman, Mêrdîn û Şanliurfayê 3-0 têk bir û heqê beşdarbûna nîvefînala ku wê di 15-17ê nîsanê da li Adiyamnê çêbibe qezenc kir.
Tîmê di nîvefînalên Tirkiyeyê da wê derkeve pêşberî tîmên Edene, Mersîn û Wanê.