Zarok ji ber şewbê ji hev dûr man

Li Midyatê zarok bi sporê hînî jiyana piştî pandemiyê dibin

Zarok ji ber şewbê ji hev dûr man

wekî her derê dinyayê li midyada mêrdînê jî zarok ji ber pandemiyê gelek ji hev dûr man û hînî jiyana civakî nebûn. lê niha zarok bi xêra kursên sporê him hînî jiyana civakî dibin, him jî ji xwe re hevalan dibînin. 

Li Midyada Mêrdînê, şewbê herî zêde tesîreke neyînî li zarokan kir. 

Ji ber şewbê zarok bi rojan ji hundir derneketin û asta jiyana asosyal bilind bû. 

Lê li navçeyê ji bo zarokan kursên sporê tên dayîn. 

Zarok bi xêra van kursan him hînî jiyana civakî dibin, him jî ji bo sohbetê ji xwe re hevalan dibînin. 

Li Navenda Perwerdeya Gel gelek kurs hene û zarokên di navbera 7 û 14 salî de dikarin tevlî kursan bibin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE