Li Midyata Mardinê kursa karateyê hat vekirin. Zarokên di navbera 6 û 13 salî de dikarin beşdarî kursê bibin. Bi saya kursê zarok wextê xwe têr û tijî derbas dikin.
Li Navenda Perwerdeya Gel a Mîdyada Mardinê kursa karateyê hat vekirin.
Di kursê de zarokên di navbera temenê 6 û 13 salî de hene.
Kursiyer di nav hefteyê de tên vê derê û hînî karateyê dibin.
Heya niha 60 kursiyer beşdarî kursa karateyê bûn.
Kursiyer li vir nêzî çar seatan li aliyekî hînî teknîkên karateyê dibin li aliyekî jî wextê xwe têr û tijî derbas dikin.
Li aliyekî jî wextê xwe têr û tijî derbas dikin. Bi saya vê kursê zarok ji tiştên xirab jî dûr dikevin.